Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin

Xelkê Qamişloyê cenazeyê şehîd Avaşîn Rûstem Cûdî bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan spart axê.

Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin
Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin
Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin
Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin
Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin
Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin
Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin
Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin
Şervana YPJˈê Avaşîn bi girseyî hat oxirkirin
22 kanûn, 2024   14:20
QAMIŞLO

Şervana Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) Avaşîn Rusem Cûdî (Irûba Elî El Kino) ya ku 19ˈê kanûnê di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, îro bi beşdarbûna xelkê bajar û gundewarê Qamişloyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan hat oxirkirin.

Di merasîma oxirkirinê de, endama Meeclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: " Malbata şehîd Irûba serî ji komployên dijmin û pêkanênên dagirkerên ku dixwazin di kesayeta jin de gelan kole bikin re netewand. Di 14 salên dawîn de me gelek astengî derbas kirin. Em li hemberî dewleta Tirk, çeteyên û DAIŞˈê yên ku hewl didin xaka me dagir bikin sekinîn û disekinin. Berxwedana şervanên me tevahî komployên dijmin têk birin."

Bi navê hêzên leşkerî Agirî Qamişlo jî axivî û diyar kir ku dê şopdarên xeta şehîdan bin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Avaşîn hat xwendin û pêşkêşî malbata wê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyan spart axê.

(bb)

ANHA