Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji ber parvekirina têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta tirk hatine qetilkirin, derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
22 kanûn, 2024   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber parvekirina têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin bi SÎHA’yên dewleta tirk hatibûn qetilkirin, derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hincetên “Propagandaya rêxistinê” û “Bi eşkereyî agahiyên xelet bi gel re parve kirine”, derheqê Serokê Baroya stenbolê Îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveber de lêpirsîn da destpêkirin.

 Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de; got: “Pesnê endamên rêxistina PKK’ê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dane, qaşo ev kes ji ber xebatên rojnamegeriyê û nasnameya rojnamegeriyê hatine qatilkirin û dewleta me bi sûcê şer tawanbar dikin. Ji ber van sedeman lêpirsîn hatiye destpêkirin.”