Rêxistina Ronus nerazîbûn nîşanî êrişên li ser rojnamevanan da

Rêxistina Ronus bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser rojnamevanan şermezar kir û ragihand ku Tirkiye dixwaze bi van êrişan dengê azad bêdeng bike.

Rêxistina Ronus nerazîbûn nîşanî êrişên li ser rojnamevanan da
22 kanûn, 2024   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONÛS) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan rojnamevan û xebatkarên qada çapemaniyê li Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan a li bajarê Silêmaniyê  hat xwendin.

li ser navê Rêxistina Ronus Hawkar Îzet  daxuyaniyek da.

Hawkar Îzet  got; “Êrişên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan dewam dikin, herî dawî dewleta Tirk du rojnamevanên diyar Cîhan û Nazim şehîd xist. Şehîdxistina rojnamevanan carek din ispat kir ku Tirkiye dev ji sucên xwe yên ser medya û ragihandinê bernedaye. Em vê êrişê bitundî şermezar dikin, Tirkiye bi van êrişan dixwaze dengê azad bêdeng bike.”