Sersaxî ji malbatên şehîd Sadiq Kobanê û Azad Gever re hate xwestin

Şêniyên kantona Firatê sersaxî ji malbatên şehîd Sadiq Kobanê û Azad Gever re xwest.

22 mijdar, 2025   14:44
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo gerîlayên HPG’ê Sadiq Kobanê (Ferhat Balî) ku di 14'ê Tebexa 2020`an li Garê û Azad Gever (Cesûr Ahmed) ku 11'ê Tebexa 2020`an li Metînayê şehîd bûne, konê sersaxiyê vedan û merasîm li dar xistin.

Merasîma sersaxiyê ya Sadiq Kobanê li Taxa Şehîd Barîn (Taxa Nû) û ya şehîd Azad Gever li gundê Xirabî Bîrgîr ya girêdayî bajarê Sirînê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmên her du şehîdan bûn û sersaxî dan malbatên wan.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Rûmet Halim sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin.

Rûmet Halim destnîşan kir ku şehîdan ji bo parastina gel û welatê xwe berxwedaneke bêhempa raber kir û banga xwedîdeketina li destkeftiyên wan û pêkanîna xeyalên wan kir.

Endamê Meclisa Leşkerî a Kantona Firatê Mihemed Oso axivî û wiha got: "Şehîd ew in ku li hemberî dijmin berxwedanî kir û ji dijmin re gotin, vîn û hêza me ya herî xurt e. Şehîdan bi hêza xwe ya herî xurt têkoşîn kir û tu carî nehiştin ku xewn û xeyalên djimin pêk werin. Şehîd ew zîncîra koletiyê qetandin û gelê xwe ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bir. Em bi şehîdên xwe serbilind in û hêza me her ku diçe xurtir bide. Em bi vê hêzê dijmin têk bikin û xewn û xeyalên şehîdên xwe ta azadiyê pêk bînin."

Li ser navê malbata şehîd Sadiq Kobanê, pismamê wî Mistefa Balî nameya şehîd Sadiq ya ew beriya şehîd bibe nivîsandibû, xwend. Di nameyê de wiha hatibû nivîsandin: "Min biryar da dûr biçin. Li min biborînin min xwe gelek caran xapand, ji bo hemû kesên li derdora xwe razî bikim. Ji xewnên xwe daketim, dev ji hêviyên xwe berda heta ku nêzik bûm ku min ji bîr kir ku  ez kî me. Îro ez li ser rêyekê dimeșim ku min bigihêjînê asta ku ez bibim `Sadiqekî` din di malbata xwe de ji we dixwazim ji min re  dua bikin, ji bo ku ez bi qasî vî navî bim û jêr re durist bim. Ez bûm Sadiq Kobanê. Destên bav û dayika min  ji ber min ve ramûsin û ji wan re bêjin `her rêhevalekî min  kurê wan e`. Dikarin wêneyê min di rûyên wan de û  di çavên wan de bibîn in. Hûn jî hemû hezkirin û bîranîna dilê min yên rastîn in."

Piştre nasnameya şehîdan hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin. Piştî merasîm bi dawî bû girseyê berê xwe da merasîma sersaxiyê ya şehîd Azad Gever ya li gundê Xirabî Bîrgîr ya girêdayî bajarê Sirînê û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

(sş/bb)

ANHA