Di êrişa Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Syzranê yê li başûrê Rûsyayê, di êrişa balafirên bêmirov ên Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin
22 mijdar, 2025   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 2022’yan ve şerê Rûsya û Ukraynayê dewam dike.

Waliyê herêma Samarayê Vyacheslav Fedorichev îro ragihand balafireke bêmirov a biçek a Ukraynayê li bajarê Syzran ê navendeke enerjiyê bombebaran kir.

Walî daxuyand ku di encama bombebaranê de 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Fedorishev li ser bernameya Max a rûsî agahî parve kir û da zanîn ku hêzên parastina hewayî bersiva êrişê da û her du birîndar rakirin nexweşxaneyê.

(bb)