Sersaxî ji malbata şehîd Merwan re hat xwestin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Merwan (Mihemed Mistefa) re xwest.

15 hezîran, 2025   12:25
HELEB

Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Merwan (Mihemed Mistefa) ku 12’ê Hezîranê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûye, konê taziyeyê li pêşiya mala wî ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat vedan. Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclis û komînan herikîn bin kon.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê endama Meclisa Şehdî Gulê Selmo, Newal Mihemed axivî û qala rola şehîdan a parastina welat û gelê xwe destnîşan kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mistefa Şahîn jî axivî û got: "Şehîdan rêya jiyaneke birûmet û pêşketin nîşanî me dan."

Biraziyê şehîd Merwan, Dildar Mistefa jî anî ziman ku malbatê şehîd dane û got: "Em dê heya azadiya xwe û rizgarkirina herêmên dagirkirî li ser vê rêyê bin. Em bi vê yekê serbilind in."

Di dawiyê de wesîqeyê şehadetê ya şehîd Merwan hat xwendin û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA