Kongreya 7’an a YRA’yê tê lidarxistin
Li Qamişloyê Kongreya 7’an a Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi beşdariya hejmareke mezin a rojnamevanan tê lidarxistin.
Kongreya 7’an a Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), bi beşdariya hejmareke mezin a rojnamevanên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên RêveberiyaXweser, Tevgera Civaka Demokratîk û navendên ragihandinê yên YPJ û YPG’ê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.
Wêneyên 31 rojnamevanên ku di êrişên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne ku 6 ji wan şehîdên ajansa me e, li hola kongreyê hatin daliqandin.
Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrê axivî. Dilyar Cizîrî di axaftina xwe de rojnamevanên ku di rêya ragihandina heqîqetê de şehîd bûne bi bîr anîn û diyar kir ku kongreya 7’an a YRA’yê berhema têkoşîna 14 salan a rojnamegeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Cizîrî dîroka YRA’yê jî vegot û bi bîr xist ku kongreya yekemîn li bajarê Amûdê wekî gaveke wêrek li hemberî siyaset û zextên rejîma Baasê yên ragihandinê pêk hat. Her wiha anî ziman ku YRA nûnertiya dengê heqîqetê dike û bi rêya yekîneyên xwe yên şêwirî parastina rojnamevanan dike.
Dilyar Cizîrî di dawiya axaftina xwe de got: "Berpirsyarên îro mezin in, arîşeyên li pêşiya rojnamevanan jî mezintir in. Em soz didin gelê xwe ku em ê dengê wî û dengê heqîqetê bin."
Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm jî di kongreyê de axivî û bal kişand ser tevgera ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Ciwan Mele Îbrahîm îşaret bi vê yekê kir ku kongreya yekemîn a ragihandinê ji ber zextên rejîma Baas’ê di sala 2007’an de li bajarê Dirbêsiyê hatibû lidarxistin. Her wiha diyar kir ku YRA’yê bû lêvegera yekemîn a rojnamevanên li herêmê û destnîşan kir ku tevlêbûna xebata ragihandinê zêde dibe û bi sedan rojnamevan xebatê dimeşînin.
Ciwan Mele Îbrahîm got divê rojnamevan dengê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re ragihînin û têkiliyan bi rojnamevanên li deverên din ên Sûriyeyê re ava bikin da ku YRA bibe sîwaneke giştî.
Di kongreyê de wê rêziknameya YRA’yê were nûkirin, meclisa giştî û hevserokên nû werin hilbijartin. Kongre wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.
(bb)