Sersaxî ji malbata şehîd Bîlal El Nîvo re xwestin

Ji bo malbata şervanê QSD’ê şehîd Bîlal El Nîvo sersaxî hat xwestin.

16 îlon, 2024   15:26
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê tevî malbatên şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Bîlal El Nîvo ku li taxa Cûdî hatiye vedan.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ubeyd Etê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û di kesayeta şehîd Bîlal de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Etê anî ziman ku pergalên desthilatdar ên serdest hewl didin fitneyan di navbera gelên herêmê de çêkin. Her wiha bi bîr xist ku şoreşgerên mîna şehîd Bîlal û hevalên wî ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer in, tevahî hewldan têk birin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî got: "Em soz didin heta pêkanîna xeyalên şehîdan em ê di bin ala rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan de li ber xwe bidin."

Piştre wesîqeya şehîd Bîlal El Nîvo hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Şehîd Bîlal El Nîvo 15’ê Îlonê li Dêrazorê di êrişa çekdarên Dîfa El Wetenî de şehîd bûbû. Cenazeyê wî duh li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hatibû veşartin.

(bb)

ANHA