Şehîdên Dibistana Serzurê hatin bi bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê berxwedêrên ku li dibistan Serzurî destan nivîsandin bi bîr anîn û diyar kirin ku bi berxwedaniya şervanên dibistana Serzuriyê destan hatin nivîsandin.

Şehîdên Dibistana Serzurê hatin bi bîranîn
16 îlon, 2024   15:28
KOBANÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê, bi wesîleya bîranîna şehîdên dibistana Serzurî daxuyaniyek da û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîrasa Şehîdan derkevin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Şêro Amed ve li ber navenda meclîsê hat xwendin.

Şêro Amed, anî ziman ku yên bixwazin berxwedana Kobanê nas bikin, divê berî her tiştî berxwedana dibistana Serzurî nas bikin û wiha got, “Di 16’ê Îlona 2014’an de şervanên leheng li dijî çeteyên DAÎŞ’ê çalakiya fedaî pêkanîn û DAÎŞ’ê têk birin. Ew roj di dîroka cîhanê de destanek hate nivîsandin. Dersek xurt ji bo çeteyên dagirker hate dayîn. Bi wê çalakiya fedaî ya ku hevrêyên me pêk anî, ew roj bû destpêka rizgarkirina Kobanê û têkçûna çete û dagirkeriya Tirk. Têkçûna DAÎŞ’ê ù destpêka avakirina Rêveberiya Xweser. Xewn û xeyalê hemû gelan pêk hat."