Bi meşeke girseyî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin

Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê meşiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Bi meşeke girseyî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin
Bi meşeke girseyî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin
Bi meşeke girseyî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin
Bi meşeke girseyî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin
Bi meşeke girseyî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin
Bi meşeke girseyî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin
Bi meşeke girseyî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin
16 îlon 2024   15:04
HESEKÊ

Şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê bi armanca şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li Dirêbisiyê kom bûn û meşek li dar xist.

Şêniyan ji Qada Jina Azad dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Şênî li Qada Şehîdan sekinîn. Li vir endamê Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bajarê Dirbêsiyê Fadî Hesen axivî. Fadî Hesen diyar kir ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi pêkanîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan çareser dibin û got: "Rêber Abdullah Ocalan ê li dijî sîstemên înkar, qirkirin û çewistandinê de tê dikoşe girtîgeha Îmraliyê kiriye navenda belavkirina ramanên azadî."

Endama Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bajarê Til Temirê Ayhan Yûnis bang li tevahî gelan, jin û ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah têkoşînê geş bikin.

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(bb)

ANHA