Sersaxî ji malbata şehîd Abdullah Akyuz re hat xwestin

Konê sersaxiyê yê şervanê QSD'ê Abdullah Akyuz li bajarê Nisêbînê hat vegirtin. Şehîd di Kanûna 2024'an de di êrişên li dijî bendava Tişrînê de şehîd bû.

Sersaxî ji malbata şehîd Abdullah Akyuz re hat xwestin
16 tîrmeh, 2025   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameyên 4 şervanên xwe yên ku di dem û cihên cuda de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, aşkere kir.
Yek ji wan, şervanê QSD'ê Abdullah Akyuz bû. Konê sersaxiyê li taxa Girnevas a bajarê Nisêbînê yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê hat vegirtin. Şehîd Akyuz di 13'ê Kanûna 2024'an de di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li bendava Tişrînê şehîd bû.
Girseyên gel ji danê sibehê ve berê xwe konê sersaxiyê û sersaxî da malbata şehîd. Her wiha Komeleya Alîkarî û Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re ya (MEBYA-DER) sersaxî da malbata şehîd.
Şîn ê 3 rojan bidome.
(mh)