Li Siwêdayê piştî komkujiyan serhildanê dest pê kir

Li Siwêda, êrişên Îsraîlê, û koçberkirina bi darê zorê ya niştecihan, li gelek tax û gundewarên bajêr didomin. Li hember vê rewşê xelkê li Siwêdayî serî hilda.

Li Siwêdayê piştî komkujiyan serhildanê dest pê kir
16 tîrmeh, 2025   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me li Swêdayê ragihand ku şervanên xwecih, piraniya deverên parêzgehê kontrol kirin. Nûçegihanê me destnîşan kir ku komên çekdar derbasî taxên bajarê bûne ku dûrî parastina komên xwecih in, li wir sivîlan qetil dikin, mal û milkên wan dişewtînin.

Nûçegihanê me aşkera kir ku komên şervanên xwecih, piştî şerên dijwar gelek gund li bakurê parêzgehê ji nû ve kontrol kirine. Nûçegihanê me da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz ber bi bajarokê Qenewat ve, pêş neketine.

Li bajarê Siwêdayê, ji ber belavbûna komên tundraw ên ku hewl didin êrişî malên sivîlan bikin, metirsî heye. Li bajarokê Erîqa jî şer hebû, lê şervanên Siwêdayê ew bajarok jî kontrol kir û hêzên hikumeta veguhêz ji bajarok reviyan.

Rewşa li nexweşxaneya Wetenî zehmet e. Di nexweşxaneyê de nexweş, kadroyên tenduristiyê di xeteriyê de ne.

Li aliyekî din çavkaniyên herêmî diyar kir ku hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê êriş malan dikin û sivîlan rasterast qetil dikin, direvînin û dûra wan dikujin. Şahidan jî bi bîr xist ku ji ber vê rewşê sivîl di xetereyê de ne.

Li gorî gelek raporan, taxên Nehda û Mesakin El Qala bi çekên giran hatine topbarankirin û di encamê de qurbanî çêbûne û gelek sivîl di nava malan de asê mane.

Li gorî şahidan, bi deh hezaran kes ber bi herêmên başûr ên nêzîkî sînorê Urdunê ve koçber bûne, di heman demê de deverên koçberiyê jî têne topbarankirin. Rêya Şam-Siwêda çar roj e girtî ye, û hemû rêyên ku diçin parêzgeha Derayê jî girtî ne, di encamê de xwarin û derman nagihêjin bajêr, sûk û dikan hatine girtin.

Ji ber rewşa li bajêr, ji tevahî mizgeftên li bajêr bang li şêniyan hate kirin ku li hember vê rewşê xwe biparêzin.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku helwesta xelkê li bajêr “serhildaneke giştî” li hember qirkirina etnîkî ye.

Ji vê sibehê ve û heta kêliya amadekirina nûçeyê, balafirên şer ên Îsraîlê gelek dever li bajarê Siwêdayê bombebaran kirin, lê agahiyên der barê encamên bombebaranê nehatine bidestxistin..

(ac-şx)

ANHA