Serokê Ewlehiya Leşkerî ya Derayê birîndar bû

Serokê şaxa Ewlehiya Leşkerî ya Derayê Lûey El Elî di teqînekê de birîndar bû. Li gorî çavkaniyan, teqîn di encama bombebarana Îsraîlê de pêk hatiye.

Serokê Ewlehiya Leşkerî ya Derayê birîndar bû
31 ÇILE, 2024   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera ‘Dera 24’ ragihand ku li nêzî avahiya ewlehiya leşkerî ya li başûrê Parka Matar a bajarê Derayê teqînek çêbûye û di encamê de kesek birîndar bûye û li nexweşxaneyeke Şamê tê dermankirin.

Malpera ‘Tecemu Ehrar Horan’ jî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, ragihand di encama teqîneke li avahiya şaxa Ewlehiya Leşkerî ya li taxa Matar a Derayê de serokê şaxa Ewlehiya Leşkerî Lûey El Elî û 2 endamên din birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî li ser malpera X’ê ragihand ku binesaziya hêzên Şamê yên li Derayê bombebaran kiriye.

(şx)