Şehîd Mecîd El Azil hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mecid Salih El Azil li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir kir.

Şehîd Mecîd El Azil hate oxirkirin
Şehîd Mecîd El Azil hate oxirkirin
Şehîd Mecîd El Azil hate oxirkirin
Şehîd Mecîd El Azil hate oxirkirin
Şehîd Mecîd El Azil hate oxirkirin
Şehîd Mecîd El Azil hate oxirkirin
31 ÇILE, 2024   15:43
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê û gundên wê, endamên saziyên sivîl û meclisan tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mecid Salih El Azil bûn ku di qezayeke trafîkê de 29`ê Çileyê şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze El Mihemed axivî û got: "Şehîd di bîr û wijdanê me de zindî ne. Li ser vê esasê em ê li ser bîranîna wan kar û xebatê bikin."

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê ya Til Birakê Mehmûd El Ehmed wiha axivî: "Bi saya fedakariyên şehîdan ewlehî li herêmê peyda bû."

Endamê rêveberiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê Ehmed El Casim jî got: "Em têkoşînê li ser şopa şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û Sûriyeya demokratîk ava bikin."

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Mecid El Azil radestî malbatê hate kirin û cenazeyê wî li goristanê hate veşartin.

(şx)

ANHA