Serokê berê yê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî wefat kir

Serokatiya Yemenê ragihand ku serokê berê yê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê wefat kir. Serokatiyê ji bo mirina Hadî 3 roj şîn ragihand.

Serokê berê yê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî wefat kir
28 gulan, 2026   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyek di serokatiya Yemenê de, serokê berê yê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî îro (28 Gulan) li paytexta Siûdî Riyadê, piştî krîzeke tenduristiyê ya ji nişka ve, koça dawî kir.

Meclisa Serokatiya Yemenê şîna Hadî girt, pesna rola wî di rêvebirina qonaxek veguhêz a hesas de û beşdarbûna wî di veguhestina hêzê ya aştiyane li Yemenê de, kir.

Hadî ji sala 2012ˊan heta 2022ˊyan wekî serokê Yemenê xebitî, dûre desthilatên xwe veguhestin Meclisa Serokatiyê. Ew ji destpêka şerê Yemenê di 2015ˊan de, piştî kontrolkirina Sanaayê ji aliyê Hûsiyan ve, li Erebistana Siûdî dijiya.

Hadî, piştî xwepêşandanê 2011ˊan, yek ji kesayetiyên siyasî yên herî berbiçav bû. Berê erka serokatiyê wergire salên dirêj cîgirê serokê Yemenê bû, dûre di hilbijartinan de bû serokê Yemenê.

(fr)