Li başûrê Sûriyeyê liv û tevgera hêzên Îsraîlê berdewam dike

Artêşa Îsraîlê careke din ket deverên Ebû Mezara û Semdaniya Rojhilat ên Quneytîrayê.

Li başûrê Sûriyeyê liv û tevgera hêzên Îsraîlê berdewam dike
17 mijdar, 2025   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên hêzên Îsraîlê di axa Sûriyeyê de dewam dikin.

Hêzên Îsraîlê di saetên dawîn de ketin gundên Ebû Mezara û Semdaniya Rojhilat ên Quneytîrayê.

Şahidan diyar kir ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ku ji 3 erebeyan pêk dihat, ket gundê Ebû Mezara yê nêzî bajarokê Seyda Colanê, piştre vegeriya baregeha xwe.

Hate diyarkirin ku dewriyekeke din ku ji 2 wesayîtan pêk dihat, ket gundê Semdaniya Rojhilat û bendeke demkî li nêzî dibistanekê danî. Piştî demek kurt vekişiya.

Artêşa Îsraîlê duh êvarî jî ketibû bajarokê Xan Erneba û ji malbatekê 4 kes destgîr kirin.

(bb)