Serokatiya Iraqê: Divê hemû alî girêdayî pêngava aştiyê bin

Nivîsîngeha Serokatiya Iraqê pêngava dîrokî ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk girîng pênase kir û got: “Divê hemû alî girêdayî pêngava aştî û ewlehiyê bin. Mafê hemû aliyan garantî bike.”

Serokatiya Iraqê: Divê hemû alî girêdayî pêngava aştiyê bin
12 tîrmeh, 2025   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Serokkomartiya Iraqê der barê merasîma dîrokî ya gerîlayên PKK’ê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk de ku çekên xwe tine kiribûn peyamek belav kir.

Di peyamê de hate diyarkirin ku Serokatiya Iraqê bi germî pêşwazî li pêngava gerîlayên PKK’ê dike ku ji bo pêkhatina aştî û ewlehiya li herêmê avêtiye.

Di peyamê de ev hate gotin: “Merasîma şewitandina çekan, pêngaveke dîrokî û ji bo dawî anîna şer bi dehan sale dewam dike girînge. Ev pêngave pêşerojê ronî dike, derfetên aştî û bihev re jiyanê li herêmê dide avakirin. Divê hemû aliyên şer xwe bispêrin ewlehî û aramiya li herêmê, girînge ev pêvajo di warê qanûnî de were garantîkirin ji bo hemû alî jê sûdmend be.

Hêjayî bibîrxistinê ye 11’ê Tîrmehê komeke gerîla ji 30 kesî pêk dihat li ser banga Rêber Apo weke Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ li şikefta Casene ya navçeya Ranya ser bi Silêmanî ya başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna sedan nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, rojnamevan û kesayetên naskirî bi merasîmekê çekên xwe şewitandin û tine kirin.