El Şeri bi Aliyev re hevdîtin kir

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Alayiv û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri li Pakoyê civiyan. AFP`yê ragihand ku rayedarekî sûriyeyî dê bi rayedarekî îsraîlî re bicive ji bo ku hebûna leşkerî ya Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê nîqaş bikin. Lê El Şeri tev li vê hevdîtinê nabe.

El Şeri bi Aliyev re hevdîtin kir
12 tîrmeh, 2025   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev, bi serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri ku ji bo serdana xebatê çû Bakuyê, hevdîtin pêk anî.

Li gor daxuyaniya ji Serokkomartiya Azerbeycênê hatiya dayîn, Aliyev û El Şeri, bi beşdarbûna wezîran û rayedarên din, hevdîtinek pêk anîne.

Di hevdîtinê de, bi taybetî li ser tevkariya enerjiyê ya di navbera her du welatan de hat sekinandin. Hat diyarkirin ku Sûriye di warê enerjiyê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye û hat ragihandin ku projeya hinardekirina enerjiyê ya Azerbeycanê wê di demeke nêz de di ser Tirkiyeyê re ji bo Sûriyeyê bê veguhastin.

Hat destnîşankirin ku dê ev proje tevkariyeke girîng li ewlehiya enerjiyê ya Sûriyeyê bike. Her wiha hat diyarkirin ku Azerbeycan xwedî wê kapasîteyê ye ku tevkariyê li jinûveavakirina binesaziya enerjiyê ya Sûriyeyê bike. Ji bilî van, di hevdîtinê de li ser tevkariya çandî, perwerdehî û mirovî ya di navbera her du welatan de jî hat sekinandin. Hat gotin ku ji bo xwendekaran meseleya bûrsê û restorasyon a berhemên dîrokî û çandî jî danûstandin hatine kirin.

Paşê Aliyev û El Şeri bi tenê hevdîtinê domandin.

Li gorî AFP`yê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyek dîplomatîk, di çarçoveyê vê serdanê de wê rayedarek sûriyeyî bi rayedarek îsraîlî re bicive û dê hebûna Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê rojeva hevdîtinê be û hate ragihand ku El Şeri dê tev li vê hevdîtinê nebe.

(şx)

ANHA