Serokatiya Fransayê bersiva nameya PCCWS û USAEˊyê da

PCCWSˊê û USAEˊyê bi daxuyaniyeke hevbeş naveroka bersivdana nameya ku ji serokê Fransa Macron re şandiye aşkera kir. Serokatiya Fransayê di bersivdanê de diyar kir ku ew li hember kiryarên tundiyê yên li dijî sivîlan bi fikar in, divê hesab ji sûcdaran were xwestin û ew girîngiyê didin avakirina dewleteke Sûriyeyê ya pirreng.

Serokatiya Fransayê bersiva nameya PCCWS û USAEˊyê da
13 mijdar, 2025   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê (PCCWS) û Yekitiya Elewiyên Sûriyeyî yên li Ewropayê (USAE) nameyek ji serokê Fransayê Emmanuel Macronê re der barê rewşa Sûriyeyê piştî Ehmed El Şeri hat ser deshilata veguhêz de şandibûn. PCCWS û USAEˊyê naveroka nameya xwe ya ku ji serokatiya Fransayê wergirtiye bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Di naveroka bersivdanê de ya ku ji hêla gerînendeyê Dîwana Serokatiay Fransayê Rodrigue Forsy ve hatiye îmzekirin wiha bû, serok Macron qîmetê dide destpêşxerêya her du aliyan û ajoyên wan bi nirx dibîne û di haman demê de diyar dike ku Fransa pêşketinên qonaxa pêvajoya veguhêz a li Sûriyeyê ji 8ˊê Kanûnê ve ji nêz ve dişopîne û wesif dike "pêvajoya dîrokî ye ku bandoreke mezin ji hêviyan piştî salên ji dîktatoriya di bin hukmê rejîma Esed de kir".

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Parîs çend caran fikarên xwe ji ber pêkanînên tundiya bêserûber û binpêkirinên li dijî sivîlên li ser bingehên taîfî û girtiyan anîn ziman û bang li hikumeta veguhêz kir ku lêpirsînên serbixwe pêk bîne û berpirsan li ser van sûcdaran ceza bike.

Li gorî daxuyaniyê de, di bersivdana serokatiya Fransayê de hevdîtina serok Macron bi Ehmed El Şeri li Qesra Elysee ya 7ˊê Gulana 2025ˊan de hat bibîrxistin, ku di wê hevdîtinê de "Fransa piştgiriya xwe ji bo avakirina Sûriyeya nû, azad, serbixwe, pirrengî û xwedî serwer û rêzê li tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê û kêmneteweyan bigire nîşan dabû."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Parîsê di Kongreya Navneteweyî ya Parîsê ya ji bo Sûriyeyê ku di 13ˊê Sibata 2025ˊan de hatibû lidarxistin, girêdana xwe ya bi pêwîstiya ku pêvajoya edaleta veguhêz berfireh be û Sûriyeya nû beşdarî îstîqrara herêmê be, bi taybet der barê serweriya Lubnan û têkoşîna dijî terorê de, nîşan dabû.

Serokatiya Fransayê di dawiya bersivdana xwe de diyar kir ku deshilatên Fransayê û balyozê Fransayê yê li Şamê ji bo şopandina rewşê û berdewamkirina jinûve avakirina têkiliyên dîrokî di navbera Fransa û Sûriyeyê de, ji bo berjewendiya her du gelan di nava xebatê de ne.

Di dawiyê de Rodrigue Forsy bang li PCCWS û USAEˊyê kir ku têkiliyên xwe bi balyozê Fransayê ya li Şamê dewam bikin ku nêrîn û xwestekên xwe yên der barê siberja Sûriyeyê de pêşkêş bikin.

(fr)