Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê daxuyaniyek da

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku bersiva binpêkirinên nû yên agirbestê daye û diyar kir ku berdewama van êrişan nîşaneya "metoda dijminane" ya hêzên hikumeta veguhêz û komên wê yên çekdar e û ew ji bo bersivdana her gefek dijî ewlehiya El Cebel û îstîqrara wê amade ne.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê daxuyaniyek da
13 mijdar, 2025   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku binpêkirinên nû yên peymana agirbestê li Siwêdayê çêbûn. Hêzên hikumeta veguhêz gelek caran gund û taxên niştecihan topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berdewama êrişên li dijî Siwêda û gundewarê wî ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve "berdewama metoda tundrawî û dijminahiya sîstematîk e".

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku "saet di 17:30ˊan de, dronên biçek êrişî bajarokê Ura hate kirin, di encamê de 3 kes birîndar bûn."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku"Saet 18.30ˊan de çeteyan careke din, bi doçka êrişî bajarokê El Mecdel kir, heman wextî bi dronekê biçek êrişî nuqeyekê kir, di encamê de endamek birîndar bû."

Di daxuyaniyê de bal hat kişand ku hêzên leşkerî yên girêdayî Parêzvanên Niştîmanî bersiva wan binpêkirina bi çekên guncaw da.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî diyar kir ku hêzên wan amade ne, rewşê baş dişoînin û di bersivdana her gefeke dijî ewlehiya El Cebel û îstîqrara wê de dudilî nabin.

(fr)