‘’Serkeftina pêvajoya aştiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye’’

Jinên Helebê girîngî bi banga ‘’Aştî û Civakeke Demokratîk’’ da û teqez kir ku divê dewleta Tirk a dagirker pabendî vê bangê be. Her wiha diyar kir ku pêkhatina aştiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

‘’Serkeftina pêvajoya aştiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye’’
2 cotmeh, 2025   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê li ser banga ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye, ji ajansa me re axivîn.

Remziye Silêman Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêwistiya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û vê gavê wekî gaveke girîng ji bo pêvajoya aştiyê bi nav kir. Her wiha bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku pabendî vê pêvajoyê be û ji berpirsiyariya xwe nereve.

Remziye destnîşan kir ku pêwist e dewleta Tirk Rêber Apo azad bike û wiha got: "Dîtina wî maf e, em jî mafê xwe dixwazin. Wî ne tenê ramanên xwe ji bo piştgiriya doza Kurdî terxan kiriye, lê di heman demê de ew çareseriyan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî pêşniyar dike."

Semîra Mustefa ji ber helwesta dewleta Tirk a dagirker a der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de, ew şermezar kir û got: "Heta niha wan tu gav neavêtine. Em razî nabin ku Rêber Apo tevî banga xwe ya aştiyê girtî bimîne. Tirkiye li hemberî her binpêkirineke li dijî pêvajoyê berpirsiyar e."

Semîra diyar kir ku gelên ku ji azadî û aştiyê hez dikin, ê têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin. Semîra anî ziman ku ew deyndarê Rêber Abdullah Ocalan in û ew ê li gorî bîrdoziya wî tevbigerin û rêbaza wî ji bo gihîştina azadiyê bişopînin.

Welatiya bi navê Wehîde Mihemed destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal e li girtîgeha Îmraliyê girtî ye, ji mafê hêviyê bêpar hatiye hiştin û di tecrîdeke giran de ye û got: "Lê dîsa jî ji daxwazên xwe yên ji bo aştiyê û bidawîanîna şer paşve gav neavêtiye. Wehîde teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker pêvajoya aştiyê asteng dike û necidîbûna xwe di avêtina gavên di vî warî de nîşan dide.

(ac)

ANHA