Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî derbasî Siwêdayê bû

Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî piştî ku ji bo çend rojan ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatibûn astengkirin, derbasî Siwêdayê bûn. Çaverê ye komîte dest bi lêkolîn û lêpirsînên der barê komkujiyên meha Tîrmeha borî de bike.

Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî derbasî Siwêdayê bû
1 cotmeh, 2025   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî piştî ku ji bo çend rojan ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatibû astengkirin û rê lê hatibû girtin, derbasî Siwêdayê bû.

Komîteyê serdana bajarokê Qenewat kir û bi serokê taîfeya Durziyan Şêx Hîkmet El Hicrî re hevdîtin kir.

Çaverê ye komîte di rojên bê de dest bi lêkolîn û lêpirsînên li ser binpêkirin û komkujiyên ku hatine pêkanîn, bike.

(mh)