‘Nenavendîtî mîsogeriya wekhevî û pêşxistina rola jinan e’

Jinên ji kantona Reqayê diyar kir ku li Sûriyeyê pêwîstî bi bicihanîna pergala nenavendî heye, ji ber ku di pêkanîna wekhevî û dadmendiya civakî de û xurtkirina jinan di jiyana siyasî û civakî de mîsogeriya bingehîn e.

‘Nenavendîtî mîsogeriya wekhevî û pêşxistina rola jinan e’
2 cotmeh, 2025   07:20
REQA
DÎMA MIHEMED

Li gel krîzên siyasî û civakî yên li Sûriyeyê, jinan diyar kir ku nenavendîtî, ji bo mîsogeriya wekhevî û dadmendiyê, bihêzkirina jinan ji bo beşdariya aktîf di biryardanê de, êdî daxwazeke bingehîn e. Jinên ji kantona Reqayê destnîşan kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser şiyana jinan a birêvebirina kar û barên civakê û sazkirina siyasetan de di pratîzekirinê de îsbat kir.

Têkildarî mijarê Ranya El Xidir got: "Em jinên Ereb, ji bo mîsogeriya wekhevî û dadmeniyê, daxwaza nenavendîtiyê, dayîna destûrên mezintir ji bo meclisên xwecih ku jin bi awayekî aktîf beşdarî biryardanê bibin, dikin. Em daxwaza derxistina yasayên parastina mafên jinan û kefaletkirina wan di beşdarbûna jiyana siyasî û civakî de, dûrî paşguhkirin û dûrxistinê, dikin."

Ranyayê di axaftina xwe de ji ajansa me re got: "Nenavendî firseteke berfireh ji bo xebitîna di hemû aliyan de ye; çi siyasî yan jî civakî yan jî leşkerî. Ev şiyana jinan bandorkirina l iser biryaran û sazkirina siyasetên li gorî pêdiviyên jinan û malbatan bi pêş dixe û dihêle dengê wan were guhdarîkirin."

Li aliyekî din jî Sara El Dexîl destnîşan kir "Jin hîna rûbirûyî astengiyên cidî ne, weke zihniyeta baviksalariyê ya serwer ku rola wê ya siyasî kêm dike, temsîlkirina wê di saziyên fermî de lawaz dike û ji çanda diyaloga demokraîk bi dûr dixe."

Sarayê anî ziman ku nenavendîtî dikare di çareserkirina krîzên civakî û siyasî yên li welat de bibe alîkar û got: "Navendîtî sedema xitimîna siyasî û nîjadperestiyê ye. Nenavendîtî jî derfetê ji bo beşdariya pêkhateyan û dîtina çareseriyên realîsttir vedike. Ev jî bandoreke erênî li aramiya civakê dike.”

Di heman warî de Nûr Şiêb diyar kir ku Rêveberiya Xweser di aliyê nenavendîtiyê de modeleke pratîk pêşkêş kir û got: "Me dît ku çawa vê ezmûnê rola jinan di cihê biryardanê, xurtkirina wan di meclis û saziyan de xurt kir. Ev dihêle nenavendîtî bibe tecrubeyeke berbiçav ku jinan şiyanên xwe yên birêvebirina kar û barên civakî tê de îsbat kir."

(fr)

ANHA