Serkeftina ji bin kavilan; Minbic

Bi saya hevgirtina keç û xortên Minbicê û fedakariyên wan, piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞˊê, Minbic ji nava kavilan ji nû ve geş bû.

Serkeftina ji bin kavilan; Minbic
Serkeftina ji bin kavilan; Minbic
Serkeftina ji bin kavilan; Minbic
15 tebax, 2024   05:15
MINBIC

 Di 15ˊê Tebaxa 2016ˊan de Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞˊê, ragihand. Ev dîrok veguherî qonaxeke girîng û bi saya hevgirtin û fedakariyên keç û xortên wê û bû hîmeke ber bi geşbûn û pêşketinê ve.

Hîna beşdarên hemleya rizgarkirinê li ser serpêhatiyên hemleyê diaxivin û dibêjin ew bûyer di jiyan û têkoşîna wan a azadiya gelê wan de xwedî girîngiyeke mezin e. Şahidek jî endamê Saziya Gaziyên Şer a Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El Hesen e ku di 2015ˊan de tev li hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye.

‘ARMANCA ME AŞTÎ YE’

Îbrahîm El Hesen got: "Di rizgarkirina Minbicê de rola gelê me roleke mezin bû. Xelkê me di dayîna detayên li ser cihê rêxistina terorîst de alîkarî dida û em bi tilîlî û kêfxweşî pêşwazî dikirin. Dema her gundek rizgar dibû di kêliyên yekemîn de keç û xortên me bi coçeke mezin tev li hêzên me dibûn. Her kesî dixwest beşdarî rizgarkirina xak û gelê xwe bibe."

El Hesen ku di hemleyê de rizgar bû, wiha domand: "Dema gel em hembêz dikirin morala me bilind dibû û dihişt em hemleyê dewam bikin.”

Şervan Usama Esker jî di hemleyê de tev li Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye û lingê xwe yê çepê di teqîna mayînekê de winda kiriye. Birayekî wî jî bi destê çeteyên DAIŞˊê hatiye qetilkirin. Esker got: "Ji ber zilma ku DAIŞˊê li ser vî gelî kiriye, tev li hêzên leşkerî bûm. Piştî qetilkirina birayê min bi destê sekvanekî çeteyên DAIŞˊê, tavilê tev li hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûm."

Esker bal kişand ser bûyereke din ku bi wê re tev li hêzan bûye, ew jî dan û standina baş a ji hêzan dîtiye û fikra biratiya gelan û aştiyê ye.

PÊŞKETINA JI NAV KAVILAN

Di dema operasyona rizgarkirina Minbic û gundewarên wê de tîmên taybet wek destwerdaneke lezgîn mayînên ku çeteyên DAIŞˊê li her derê çandibûn, rakirin. Bi wê re şênî bi awayekî ewle vegerîn malên xwe. Li bajêr erebeyên bombebarkirî tijî bûn. Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê xelkê bajêr di nava meclis û komînan de bi rêxistin kir.

Hevseroka Desteya Darayî ya kantonê Nûra El Hamid yek ji kesên destpêkê yên li ser damezirandina meclisên li Minbicê xebitiye. El Hamid got: "Di hemleya rizgarkirina Minbicê û dema rizgarkirina gundan li pey hev de, me bi rêya avakirina meclisên bajêr, komînan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re, xelk bi rêxistin kir. Dema Minbic bi giştî hat rizgarkirin, Meclisa Sivîl ji bo rêvebirina xebatan wek destwerdaneke lezgîn hat ragihandin."

Nûra El Hamid wiha domand: "Piştî rizgarkirina bajêr, mayîn ji mal, kolan û taxan hatin rakirin. Xelk êdî vedigerî bajêr. Li beramber wê jî dest bi avakirina saziyên Rêveberiya Xweser dihat kirin."

‘XWENDIN BERIYA XWARINÊ YE’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê girîngiyeke mezin da qadên perwerde û tenduristiyê ku civak ji şopên çeteyên DAIŞˊê û fikrên wan ên tenduraw xelas bin û nifşekî baş ku 3 salan ji xwendinê mehrûm bûye were gihandin.

Nûra diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji damezirandinê ve avakirina qada xwendinê xist rojeva xwe ya pêşîn. Rêveberiyê bi sernavê ˊXwendin beriya xwarinê yeˊ da destpêkirin, da ku balê bikişîne ser girîngiya xwendinê. Rêveberiyê dest bi sererastkirin û avakirina dibistanan û amadekirina mamosteyan kir.

Heta niha 350 dibistan li kantona Minbicê hene. Di wan dibistanan de xwendekarên qonaxên seretayî û navîn û amadehî dixwînin. Hejmara xwendekaran jî 127 hezar û 990 e û hejmara mamosteyan 5 hezar û 620 e. Desteya Perwerde û Fêrkirinê rêbazên fêrkirina nûjen bi kar anîn.

‘GAVÊN BERBIÇAV ÊN DI QADA TENDURISTIYÊ DE’

Têkildarî mijarê, Nûrayê wiha anî ziman: "Piştî xwendinê, Rêveberiya Xweser girîng da qada tenduristiyê. Rêveberiyê navend û nexweşxane vekirin. Bi taybet Nexweşxaneya Firatê ku rêxistina DAIŞˊê ew kiribû nexweşxaneyeke taybet bo endamên xwe. Ew nesxweşxane hat sererastkirin û xizmetguzariyan bê pere pêşkêşî xelkê dike û rola wê di rizgarkirina şêniyan de ku di encama bermahiyên DAIŞˊê de birîndar dibûn, roleke mezin e."

Nexweşxaneya Firatê ku tevahî hatibû rûxandin, tê de beşên nû hatin avakirin. Beşên li nexweşxaneyê ev in; beşên gurçikan, çavdêriya giran, talasîma, beşa destwerdana lezgîn. Her wiha alava şûştina gurçikan û gelek alavên din ên girîng û depoya dermanan li nexweşxaneyê hene.

Desteya Tenduristiyê 15 navendên li gundewaran sererast kirin. Ew navend li van herêman in; El Oscelî, Erîma, Til Hozan, Ebû Kehef, El Muhtereq, Til El Refî, Kampa El Resem El Exder, Ras Eyn El Hemer, Hêmir Labde, Ewn Dadat, Maşî, Ebû Qelqel, Heye, Eseliye, navenda tenduristiyê li Minbicê.

Li kêlek wê jî dermanxaneya navendî û laboratuareke navendî ku xizmetekî sembolîk pêşkêşî welatiyan dike hatin avakirin. Li Nexweşxaneya Firatê 13 ambulanc hatin danîn. Li kolana Rabîte nexweşxaneyeke nû hat avakirin û dê di çend mehên bê de were aktîvkirin.

8 SALÊN SERKEFTINÊ

Nûra behsa serkeftinên li Minbicê li hember zehmetiyan kir û got: "Di sala 8ˊan a piştî rizgarkirinê de êdî bajarê bi projeyên wê yên tenduristî, xizmetguzarî, perwerde, rêxistinî û çandî geş bûye. Pêngaveke mezin a pêşketinê avêt. Ji ber ku xwedî mamoste û rewşenbîrên baş in."

Nûra behsa zehmetiyên niha kir û wiha pê de çû: "Ruxmî tevahî destkeftiyên li kantona Minbicê hatine pêkanîn, lê hêviyên me ji wê mezintir in û astengiya mezin a li pêş me êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne. Ji ber ku rizgarkirina Minbicê li pêş dewleta Tirk a dagirker deriyê derbaskirina çeteyan ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girt. Ji lew re hewl dide ewlehî û îstîqrarê têk bibe. Ev yek jî li pêş tevgera pêşketinê ya kantonê dibe asteng."

‘JINÊN MINBICÊ YÊN DI BIN ZILMÊ DE, BÛN XWEDÎ BIRYARˊ

Êşên jinan li Minbicê di dema serweriya çeteyên DAIŞˊê de zêde bûn. Ew ji mafên xwe yên herî hêsan mehrûm bûn. Hemleya rizgarkirina Minbicê û beşdariya jinan di hemleyê de ji tevahî jinên Minbicê re mîna çirûksa hêviyê bû. Der barê mijarê de Nûra wiha got: "Tevlêbûna jinan li hemleya rizgarkirinê û hilgirtina çekê bi awayekî lehengane ku gelê xwe biparêze li gel tevahî jinên Minbicê bawerî xurt kir. Dîmenên hilgirtina jinan a çekê û şerkirina wan li gel me baweriyeke xurt a pêkanîna tecrûbeya avakirina sazî û rêveberiyan li Minbicê ava kir."

Nûra diyar kir ku pergala hevserokatiyê ji destpêkê ve di nava komîte û saziyên rêveberiya sivîl de heye. Ew yek ji hêmanên sereke ya beşdariya jinan di avakirina Rêveberiya Xweser de ye. Ev pergala ku xelkê Minbicê cara yekemîn nas kir, hişt ku jin teşwîq bibin û rola xwe wergirtin û tê bikoşin.

Nûra El Hamid wiha dawî li gotina xwe anî: "Jinên li Minbicê ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser ve girîngî dida rêxistinkirina saziyên jinan mîna Mala Jinan û avakirina komîteya jinan. Ev li ser pêşxistina jinan di aliyên siyasî, rêxistinî û aborî de dixebitin. Jinan ji bê tiştî her tişt bi dest xistin. Êdî di tevahî qada de hevserok in û di biryadayînê de xwedî rola pêşeng in û beşdarî parastina kantonê dibin."

(fr)

ANHA