‘Bi darvekirinan re dewleta Îranê dê bi serhildaneke nû re rû bi rû bimîne’

Nûçegihana JIN TV’yê û endama Koordînasyona Kongra Star têkildarî biryara darvekirinê yên ku dewleta Îranê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvana mafên jinan Şerîfe Muhemmedî biriye, got bi darvekirinê re dê dewleta Îranê bi serhildaneke nû rû bi rû bimîne.

‘Bi darvekirinan re dewleta Îranê dê bi serhildaneke nû re rû bi rû bimîne’
15 tebax 2024   07:35
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Nûçegihana JIN TV’yê Sîdar Mamo û endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn-Şehbayê Ferîde Îbo têkildarî biryara darvekirinê ku dewleta Îranê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvana mafên jinan Şerîfe Muhemmedî biriye, ji ajansa me re axivîn.

Sîdar Mamo sûcên li dijî rojnamevanên li Kurdistanê wek sûcên li dijî tevahî rojnamevanên cîhanê bi nav kir û got armanc bêdengkirina rojnamevanên jin e.

Sîdar Mamo bal kişand ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û wiha pê de çû: "Serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, deng vedaye û mohra xwe li dîrokê xistiye. Desthilatdarên Îranê ji bo ku dawî li serhildanê bînin, cezayê darvekirinê lê dibirin.”

Sîdar Mamo biryara cezayê darvekirinê ku desthilata Îranê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvana mafên mirovan Şerife Muhemmedî biriye, şermezar kir û got: “Darvekirina jinên pêşeng nayê qebûlkirin. Dewleta Îranê bi van cezayan dixwaze vîna jinan bişikîne û doza wan ji holê rake. Dengê heqîqetê nayê veşartin. Em hemû Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî ne. Bi darvekirin û girtinê nikarin pênûs û dengê jinên azad bigirin.”

Nûçegihana JIN TV’yê Sîdar Mamo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên têkildar kir ku li hemberî darvekirinên li Îranê erkên xwe bi cih bînin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn-Şehbayê Ferîde Îbo jî îşaret pê kir ku dewleta Îranê bi navê urf û adetan kiryarên nemirovî li dijî jinan pêk tîne û got: "Duh Jîna Emînî bû, îro jî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî ne. Dewleta Îranê dixwaze jinan bê deng bike. Darvekirina mirovan sûc e. Ev kiryar bi tu awayan nayê qebûlkirin."

Ferideyê got: "Jinên ku daxwaza maf û azadiya xwe dikin ji aliyê desthilata Îranê ve tên girtin û cezayê darvekirinê lê tê birîn. Eger dewleta Îranê bi vê hişmendiyê dewam bike, dê temênê wê pir kêm be."

Ferîde Îbo da zanîn ku serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li Rojhilat û Îranê didome û got: “Bi darvekirina Pexşan û Şerîfeyê dê dewleta Îranê bi serhildaneke nû re rû bi rû bimîne.”

Her wiha Ferîde Îbo got dê berxwedan û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bigihêje serkeftinê.

(bb)

ANHA