Jinên kantona Dêrazorê: Heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe têkoşîna me dê bidome

Jiên ji kantona Dêrazorê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember wê şermezar kir û soz da ku çalakiyên xwe bidomînin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Jinên kantona Dêrazorê: Heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe têkoşîna me dê bidome
15 tebax 2024   02:25
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

Desthilata Tirk tecrîdeke mutleq li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Ji 4 salan ve, nahêle parêzer û malbata wî, pê re rûnin. Herî dawî Adara 2021`an bi parêzerên xwe re civiya. Gelên herêmê ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in û bang dikin ku tecrîd bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Jin li herêmê li hember tecrîdê dibêjin Rêber Abdullah Ocalan xilaskerê wan e.

Hevserokê Gerînendetiya Belgekirinê ya Sivîl a kantona Dêrazorê Reşe El Mihemed got: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan bandor li jinan û rewaş wan kir. Jin êdî rêya azadiyê nas kir û bi saya wî, rola wê di projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, xurttir bû.

Reşeyê wiha domand: "Ev gava bi cesaret nêrîna ronakbîr û fîlozof Rêber Abdullah Ocalan di vegerandina mafên jinan û rola wan a rastîn de di avakirina civakê de, rave kir. Jin berê paşguhkirî bû, di encama zihniyeta baviksalarî de ji mafên xwe mehrûm bûbû."

Reşeyê destnîşan kir ku jin li Dêrazorê û tevahî kantonan, ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Hevseroka Nivîsgeha Xêrxwaziyê ya Giştî ya Dêrazorê Fatme El Kiwêtî rola jinan di Rêveberiya Xweser de silav kir û diyar kir ku jin êdî dikare civakê di hemû aliyan de bi rêve bibe bi awayekî çalak tev li girtina biryaran û birêvebirina herêmê bibe.

Fatmeyê bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku fişarê li desthilata Tirk bikin tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û bi awayekî adil Rêber Abdullah Ocalan darizînin. Fatme soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, pêngav û çalakiyên wan berdewam in.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Dêrazorê Emîne El Elî jî "cezayên dîsiplînê" yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku erkên xwe bînin cih û sûcên desthilata Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin.

(şx)
ANHA