’Meha Remezanê meha dilovanî û hevgirtinê yeˊ

Oldarekî diyar kir ku rastiya Remezanê ew e ku ji bo mirovan derfeta fikirandin, xweragirtin, geşkirina dilovanî û hevgirtinê ye.

’Meha Remezanê meha dilovanî û hevgirtinê yeˊ
12 adar, 2024   07:24
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Endamê rêvebera Kongra Îslama Demokratîk li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mela Ehmed El Esed li ser rastiya meha Remezanê û girîngiya wê axivî.

Ehmed El Esed meha Remezanê li tevahî mislimanan pîroz kir û diyar kir ku meha Remezanê ji bo xurtkirina ruhê hestiyarî û hevgirtinê di nava civakê de derfeteke.

El Esed destnîşan kir ku Remezan tenê meha nexwarin û nevexwarinê ji berbangê heta bi mexribê ye û ev nirxandin kir: "Lê belê meha Remezanê me fêr dike ku ku bi rêya tecrûbeya birçîbûnê em hasten kesên din bizanin. Ev tişt di dilên me de hestên xizantiyê çêdike û me fêrî dayîn û parvekirinê dike. Her wiha rojiya di meha Remezanê de me fêrî wateya sebrê dike û dihêle ku em bi xizan û hewecdaran hîs bikin."

El Esed bal kişand ser girîngiya alîkardayînê di meha Remezanê de û wiha pê de çû: "Meha Remezanê ji tevahî aliyan ve; ji têkildanan xizman heta bi alîkariya muhtacan me fêrî dilovaniyê dike. Di vê mehê de bawermend dikevin hevrikiyê da ku xêrê bikin. "

Endamê rêvebera Kongra Îslama Demokratîk li navçeya Şedadê Ehmed El Esed anî ziman ku xêr û zekat rêgeza hevgirtina civakî xurt dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Kongra Îslama Demokratîk, bi taybetî di meha Remezanê de her tim hewl dide nirxên aştî, hevjiyan û diyalogê di nava tevahî ol û mezheban de bi pêş bixe."

(fr)