Sererastkirina sûrê şûnwarî yê Reqayê ber bi dawiyê ve ye

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bidawîkirina qonaxa duyemîn a sererastkirina sûrê şûnwarî ya Reqayê ku du meh dom kir, nêzîk bû.

14 ÇILE, 2025   05:25
REQA
MIZGÎN ELÎ

Sûrê bajarê Reqa yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigere serdema yekemîn a Ebasî  û di sala 155 hicrî/772ˋyan a mîladî de ji heriya di bin tavê de ziwakirî hatiye avakirin.

Hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Murhef Fehed di 16ˋê Mijdara 2024ˋan de qonaxa duyemnîn a xebata sererastkirina sûrê şûnwarî yê Reqayê da destpêkirin.

Murhef Fehed wiha domand: "Piştî sûr ji ber baranê, guhartinên avhewayê û şeran zirar dît, me dest bi xebata sererastkirina sûrê şûnwarî yê Reqayê kir."

Fehed diyar kir ku piştî îhtîmala hilweşînê dest bi projeya sererastkirina beşa yekemîn a sûrê hat kirin.

Der barê xebata desteyê de Fehed wiha domand: "Em xwe dispêrin pisporên herêmî. Her wiha kerpîç bi rêya firnên şûnwarî li rojavayê Reqayê tên çêkirin.

 Deste di sererastkirina hin beşên li kelha Caber a li kantona Tebqayê de jî dixebite. Her wiha deste ji bo pêşî li ketina zarokan û mezinan bigire hin borî û tiştên wan biparêzin danîn.

Fehed di dawiyê de got Rêveberiya Xweser girîngiyê dide parastina mîras û şûnwaran.

(fr)

ANHA