Sererastkirina rêyan xebatên pêşîn ên Şaredariya Tirbespiyê ye

Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê diyar kir ku li gel xebatên paqijkirin û sererastkirina xetên kanalîzasyonê, dê sererastkirin rêyan xebatên wan ên pêşîn ên dema bê bin.

Sererastkirina rêyan xebatên pêşîn ên Şaredariya Tirbespiyê ye
Sererastkirina rêyan xebatên pêşîn ên Şaredariya Tirbespiyê ye
Sererastkirina rêyan xebatên pêşîn ên Şaredariya Tirbespiyê ye
Sererastkirina rêyan xebatên pêşîn ên Şaredariya Tirbespiyê ye
Sererastkirina rêyan xebatên pêşîn ên Şaredariya Tirbespiyê ye
6 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê ya herêma Cizîrê di dema dawîn de gelek xebat pêk anîn. Ji wan nûjenkirina xetên kanalîzasyonê li hin taxan, domandina xebatên paqijkirinê di nava bajar û bajarokan de, her wiha sererastkirin hin rêyên bajar bû.

Bi tevkariya şêniyan re jî xebatên cur bi cur hatin kirin. Ji van xebatan jî sererastkirina torên kanalîzasyonê û çandina nêzî 200 daran li têketina bajar. Şaredarî di rojên pêş de wê dest xebatek nû mîna sererastkirina rêya giştî û hin kolanên xirabûyî û avakirina stdayumeke fotbolê bike.

Şaredarê bajarê Tirbespiyê Wehîd Elî der barê mijarê de got,  ew hewl didin pêdiviyên gel li gorî derfetên li ser dest bi cih bînin û axaftina xwe wiha domand: " Me gelek xebat dabûn pêşiya xwe ku di vê salê de werin pêkanîn. Bi taybet piştî civîna şaredariyê bi komînên Tirbespiyê re, nêzî mîlyon û 400 dolar ji bo projeyan hate xwestin, lê ji ber derfetên kêm 300 hezar dolar hat veqetandin."

Elî têkildarî xebatan ev agahî dan: "Şaredariyê tevahî amadekariyên taybet ên sererastkirina rêyan pêk anîn. Di demeke nêzîk de dê dest bi sererastkirina rêya giştî, rêyên taxên Şehîd Xemgîn, Şehîd Hikmet û Şehîd Lewend bike. Di heman demê de rojane xebatên paqijkirina kolanan têne kirin."

Elî diyar kir ku piraniya xebatên wan ên di dema pêş de wê rastkirina û qîrkirina rêyên xirabbûyî yên sereke û şaxî be.

Elî îşaret bi xebata komînal a di navbera gel û Şaredariyê de kir û anî ziman, di dema dawî gelek xebetê hevbeş hate kirin û hîn jî dewam dike.

Elî destnîşan kir ku li taxa Şehîd Xemgîn bi xebata komînal torên kanalîzasyonê nêzî 3 kîlometreyan hatine çêkirin.

Şaredarê Tirbespiyê Wehîd Elî bang li gel kir ku bi şaredariya xwe re bibin alîkar da ku bajarê paqij bimîne û got: "Dema em destek bin em ê bi hev re gelek projeyan li dar bixin. "

(bb)

ANHA