Li gundekî Siwêdayê şerekî dijwar rû dide

Piştî ku komên êrişker ên bi navê “hêzên êlan” berê xwe dan başûrê Sûriyeyê, li gundê Erîqa yê rojavayê Siwêdayê şerên dijwar rû dan. Hêzên leşkerî yên xwecih ew êriş têk bir.

Li gundekî Siwêdayê şerekî dijwar rû dide
19 tîrmeh, 2025   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên bêmirov gundê Erîqa bombebaran kirin, hemwextî wê şer berdewam in. Agahî hene ku sivîl dorpêçkirî ne. Ew jî metirsiyên der barê silametiya şêniyan zêdetir dike.

Girêdayî heman mijarê, SOHR`ê da zanîn ku şer li bajarê Şehba yê Siwêda yê li ser rêya bi Şamê re, şer heye.

SOHR`ê aşkera kiribû ku di çend saetên dawîn de, “hêzên êlan” vê êvarê ji parêzgehê vekişiyane ku hêzên leşkerî yên xwecih ji bo ku taxên bajêr ji nû ve kontrol bikin, êrişeke berfireh li dar xist.

(şx)