`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik, Til Koçer bi hev re bi şahiyeke girseyî Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi bîr anîn û gotin ev şoreş nuqteyeke girîng di dîroka azadiyê û demokrasiyê de ye.

`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`
`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`
`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`
`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`
`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`
`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`
`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`
`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`
`Şoreşa 19`ê Tîrmehê di dîroka azadiyê û demokrasiyê de nuqteyeke girîng e`
19 tîrmeh, 2025   23:37
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li parka Newroz a bajarê Rimêlanê şahiyeke bi dirûşma “Bi giyanê şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin” hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik, Til Koçer, endamên saziyên civaka sivîl tev li şahiyê bûn. 

Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hesen Koçber jî tev li şahiyê bû û têkildarî vê bîranînê wiha axivî: “Beriya çend salan di rojeke wisa de, gelên herêmê serî hilda û şoreşa rûmetê û azadiyê, şoreşa 19`ê Tîrmehê ragihand ku qeydên sitemkariyê şikand, rêyên hêviyê li pêşiya gelên edalet û wekhevîxwaz vekir.”

Koçer piştgiriya xelkê Siwêdayê kir ku li hember zordestiyê serî hildane û daxwaza azadiyê, Sûriyeya demokratîk a ji bakur heta bi başûr û ya ji Cizîrê heta bi Siwêdayê dikin.

Endama Rêveber a Kongra Star Jiyan Hesen jî wiha axivî: “Ev şoreş, ne tenê şoreşa fîşekan bû lê belê şoreşa nirxên mirovahiyê bû ku hemû kesên banga rûmetê dikin, hemêz kir. Em careke din dibêjin, heta sordestî bi dawî nebe û pergaleke demokratîk ava nebe, Sûriye ji rewşa aloz xilas nabe.”

Koma Elefteriya, Koma Cûdî, Koma Endelîb El Furat, hunermend Baran, Nisrîn Botan, Hesen Dêrik berhemên xwe pêşandan û şênî bi kelecanê li ber stranên wan, goveng gerandin.

(şx)

ANHA