Li Tebqayê jî Şoreşa 19`ê Tîrmehê hate bibîranîn

Bi sedan şêniyên Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê salvegerea 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û gotin ew dev ji şoreşê bernadin û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan têkoşînê berdewam bikin.

19 tîrmeh, 2025   22:45
TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqa, koçberên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan qada navenda çandê ya li bajêr û tev li şahiya pîrozkirina salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn ku bi dirûşma “Bi giyanê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin” hate lidarxistin. 

Li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqayê Necah El Ehmed axivî û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê, kêliya zayîna nû ya nirxên azadiyê û demokrasiyê bû. Ji wir gelan dest bi parastina rûmeta xwe kir. Jin dilê berxwedanê, pêşengê têkoşîna çekdarî, avakirina saziyên civakî ye. Di şoreşê de îsbat bû ku jin ne mexdûr in lê belê rêberên guhertinê û çêkerên siberojê ne.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Saqir Cirniye axivî û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê rêgezên netewa demokratîk e. modela zindî ya yekitiya erdnîgariya Sûriyeyê, parastina rûmeta gelên wê ye. Ji bo tevahî dozên welêt, çareseriyeke nîştimanî pêşkêş kir.”

Di dawiya şahiyê de komên hunerî mîna Koma Çand û Hunerê, Durêt El Furat, Çiyayê Kurd, koma dîlanê, hunermend Fîras El Ewad, Sîmo, Raman, Welat berhemên xwe pêşandan ku yekitiya pêkhateyên herêmê rave dike û fedakariyên QSD`ê ji bo parastina ewlehiyê, xuya dike.

(şx)

ANHA