Şerê Rûsya û Ukraynayê: 6 kuştî û 37 birîndar

Di êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de 5 kes hatin kuştin û 33 kesên din birîndar bûn. Di êrişên li ser Rûsyayê de kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Şerê Rûsya û Ukraynayê: 6 kuştî û 37 birîndar
4 nîsan, 2026   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê leşkerî yê herêma Dnipropetrovsk a Ukraynayê Olekandr Hania der barê êrişê de agahî li dar  Telegramê parve kirine. Fermandar ragihand ku êroşek li bazareke bajarê Nikopolê hat kirin, di encamê de 2 mêr û 3 jin hatin kuştin, her wiha zarokeke keçîn a 14 salî bi giranî, tevî 19 kes birîndar bûn.

 Hate diyarkirin ku di êrişên şeva borî yên li ser heman herêmê de zarokek û pitikek di nav de 3 kes hatin kuştin. Li herêma Sumy ya bakurê welat di êrişa li ser qadên niştecihan û binesaziya sivîl de 11 kes birîndar bûn.

Rayedarên Rûsyayê jî ragihand ku bi dorn û mûşekan herêma Rostovê ya başûrê welat hat kirin, di encamê de kesek hat kuştin û 4 bi giranî birîndar bûn, her wiha keştiyek barhilgir li deryaya Azovê zerar dît.

(bb)