Şerê li başûrê Lubnanê didome
Îsraîlê baregehên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê kirin hedef. Hizbullahê jî êrişî baregehên artêşa Îsraîlê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Lubnanê, artêşa Îsraîlê herêma navbera Til Nehas û Hemamis û Merceyûn bi bombeyên fosforê bombebaran kirin, li bajarokê Dehîra malek û Kefer Kêla yê başûrê Lubnanê bi obîsan topbaran kirin.
Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê jî çend dever bombebebaran kirine.
Hizbullahê ragihand ku hêzên wê bi droneke xwekuj baregeha Zebdîn a moşekan û baregeha Meyan Barox ên Îsraîlê kirine hedef.
Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezayê ve ku Cotmeha par dest pê kiribû, li başûrê Lubnanê jî şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike.
(bb)