Şandeya NY’yê xwest hêzeke serbixwe li Sûdanê bê bicihkirin

Şandeya NY’yê ji bo parastina sivîlan ji şer, xwest bi lez û bez hêzeke serbixwe bişînin Sûdanê.

Şandeya NY’yê xwest hêzeke serbixwe li Sûdanê bê bicihkirin
6 îlon, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Lêkolînkirina Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Sûdanê raporeke ji 19 rûpelan pêk tê, weşand.

Di raporê de nêrînên 182 şahid û kesên ji şer rizgar bûne û malbatên wan hatine girtin û hatiye gotin: "Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku berpirsên êrişên li ser sivîlan in, kiryarên îşkencekirin û girtina bi darê zorê kirine.”

Her wiha hatiye destnîşankirin ku her du aliyan di çarçoveyeke berfireh de sûcên şer û yên dermirovî kirine.

Di raporê de ji bo parastina sivîlan banga bilez a belavkirina hêzeke serbixwe ya li Sûdanê hatiye kirin. Her wiha hate diyarkirin ku kengî şandina çekan ber bi Sûdanê ve were rawestandin, hingî dê şer bi dawî bibe.

Serokê şandeyê Mihemed Şandî Osman anî ziman ku ji bo parastina sivîlan divê tavilê tedbîr bêne girtin.

(bb)