Çeteyan li Babê gule li şêniyan berand

Li hember vekirina deriyê Ebû Zendên ê rojhilatê Helebê yê di navbera herêmên hikumeta Şamê û yên dagirkirî de, nerazîbûn li herêmên dagirkirî berdewam in. Li Babê çeteyan gule li xwepêşandêran berand.

Çeteyan li Babê gule li şêniyan berand
6 îlon, 2024   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şêniyên Babê li dijî vekirina deriyê Ebû Zendên û siyasetên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke protestoyî li dar xistiye.

Lê çeteyên "Polîsên Leşkerî" bi guleyan êriş wan kiriye ji bo ku çalakiya xwe bi dawî bikin.

Her wiha duh êvarê jî xwepêşandanek li dar ket.

(şx)