Şerê Îran û Îsraîl-DYA’yê didome û bandorên wê berfireh dibin

Îranê berbanga îro bi mûşekan êrişî Tel Avîv, Bir El Sebi û Neqebê kir. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê bi dijwarî li Îranê daye. Washingtonê diyar kir ku lêçûna şer 12 milyar dolar derbas kiriye û ji bo parastina Tengava Hurmuzê hewla avakirina koalîsyonekê dike.

Şerê Îran û Îsraîl-DYA’yê didome û bandorên wê berfireh dibin
16 adar, 2026   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Îsraîl- Dewltên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de dewam dike. Şerê ku bandorên wê zêde dibin, tevgerên siyasî û leşkerî li Kendavê û Rojhilata Navîn dide ber xwe. Metirsî hene ku qada şer berfireh bibe û bandorê li ewlehiya enerjiya cîhanê bike.

Îranê berbanga îro bi mûşekan êriş birin ser Îsraîlê. Eniya Hundirîn a Îsraîlê ragihand ku kêmî saetekê piştî êrişa li ser Tel Avîvê, devera Neqeb, derdora Bir El Sebi û Xelaf Xezayê jî di nav de herêmên başûrê welat hatin hedefkirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku mûşek ber bi başûrê Îsraîlê ve hatin avêtin û da zanîn ku pergala parastina hewayî bersivê dide.

Medyaya Îsraîlê diyar kir ku li Tel Aviv û derdora wê sîren bi domdarî lê dan û li herêmên navîn jî dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Hate zanîn ku ji ber mûşekbarana zêde, sîren li herêmên Gush Dan, deşta peravê, Sharon û Şerîaya Rojava jî hatin bihîstin. Di heman demê de rayedaran bang li niştecihan kirin ku heta ku fermandariya Eniya Navxweyî talîmatên nû bide, di stargehan de bimînin.

Artêşa Îsraîlê berbanga îro ragihand ku wê pêleke nû ya berfireh a êrişan da destpêkirin û li Tehranê cih kirin hedef.

Artêşê di daxuyaniyê de ku li ser Telegramê weşandiye da zanîn: "Di çarçoveya operasyonên leşkerî yên domdar ên bi armanca lawazkirina şiyanên wê yên leşkerî de, li binesaziya rejîma Îranê hat xistin."

WASHINGTON: LÊÇÛNA ŞER 12 MILYAR DOLAR E

Rêveberiya DYA’yê ragihand ku lêçûna şerê li dijî Îranê heya niha zêdetirî 12 milyar dolar e.

Rêveberê Konseya Aboriyê ya Neteweyî ya Qesra Spî Kevin Hassett di hevpeyvînekê li gel tora CBS'ê de diyar kir ku ev hejmar asta mesrefên leşkerî ji destpêka operasyonan ve nîşan dide, û destnîşan kir ku dibe ku di serdema pêş de mesrefa giştî zêde bibe.

Hassett anî ziman ku DYA xwedî çek û şiyanên pêwîst e ji bo berdewamiya operasyonên leşkerî û got, rêveberî di vê demê de pêwîstiyeke lezgîn nabîne ku ji Kongreyê daxwaza fînansmana zêde bike.

Serokê DYA’yê Donald Trump got ku Îran teknolojîyên hişê çêker bikar tîne da ku agahiyên şaş li ser rêça şer belav bike.

Her wiha got, dezgehên medyayî yên alîgirê Îranê wêneyên çêkirî weşandine ku nîşan didin keştiya balafiran a USS Abraham Lincoln di deryayê de dişewite û anî ziman ku ev îdia derew in û êrişî keştiyê nehatiye kirin.

Trump got, DYA di çarçoveya operasyonên leşkerî yên berdewam de sektora çêkirina dronan a Îranê hedef digire.

Hate ragihandin ku rêveberiya DYA’yê hewl dide koalîsyonek navneteweyî ava bike da ku tevgera navgînasyonê li Tengava Hurmuzê ewle bike.

Li gorî çavkaniyên Axios'ê, Trump hêvî dike ku vê hefteyê vê koalîsyonê ragihîne ku çend welat beşdarî operasyonên parastina keştiyên bazirganî yên li tengavê dibin.

Trump bang li Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr û Brîtanya û hin welatên din kir ku bi şandina keştiyên şer û peydakirina piştgiriya leşkerî û teknîkî beşdarî vê mîsyonê bibin.

LI EREBISTANA SIÛDÎ DRON HATIN ASTENGKIRIN, LI NÊZÎ BALAFIRGEHA DUBAIYÊ ŞEWAT DERKET

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî berbanga îro bi dehan dronan li herêmê rojhilat rûxandin.

Rayedarên Îmratê ragihandin ku dronek li depoya sotemeniyê xist, di encamê de li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Dubaiyê şewat derket. Wek tedbîr ji bo parastina rêwî û karmendan jî geştên hewayî bi awayekî demkî hatin sekinandin.

Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku parastina hewayî 4 mûşekên balîstîk û 6 dronên ku ji Îranê hatine avêtin rûxandine.

(bb)