Têkildarî xurtkirina eniyeke nîştimanî ya hundirîn panel

Beşdarên panela diyalogê ya li kantona Cizîrê hat lidarxistin teqezî bi girîngiya xurtkirina eniya nîştimanî ya hundirîn û yekbûna li hemberî êrişên li dijî herêmê, da.

25 mijdar, 2024   22:00
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Cizîrê paneleke diyalogê li ser geşedanên siyasî û rewşa Sûriyeyê û ya Rojhilata Navîn li hola Marbêla ya bajarê Hesekê yê Rojhilata Navîn li dar xist. Di panelê de kesayetên siyasî, rewşenbîrî, kesayetên civakî û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso di destpêka panelê de axivî û bal kişand ser geşedanên siyasî û berfirehbûna şerê li Rojhilata Navîn.

Hiso diyar kir ku ji ber gelek destwerdanan û girêkbûna dosyaya Sûriyeyê, Sûriye di qonaxeke zehmet re derbas dibe.

Hiso destnîşan kir ku ji ber vebijêrka yan hikumeta Şamê têkiliyan bi Îsraîlê re deyne yan hevbendiya xwe bi Îranê re dewam bike, Şam di gelek zextan re derbas dibe, di heman demê de jî hişyarî li ser nêzîkbûna bi Tirkiyeyê re hat dayîn.

Hiso bang li birêxistinkirina girseya gel bi taybet jinên ciwan û jinan kir ku destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were parastin.

Her wiha Hiso bang kir ku divê bi cidî nêzî vê qonaxê bibin û xwe bi her awayî ji êrişên li dijî herêmê biparêzin.

Piştre beşdaran di nîqaşên xwe de teqezî bi avakirina yekbûneke nîştimanî û xurtkirina eniya hundirîn ji bo parastina destkeftiyan û domandina diyaloga navxweyî ya Kurdî û avakirina konferanseke nîştimanî ya Kurdistanî, da.

(mh/fr)

ANHA