Şerê Amerîka-Îranê dikeve qonaxeke xerabûnê ya bê çareserî

Şerê Amerîka-Îranê wekî ku ketiye qonaxeke xerabûna dawî ya vekirî tê nirxandin, Tengava Hurmuzê wekî kaxetek danûstandinê ya sereke derdikeve holê.

Şerê Amerîka-Îranê dikeve qonaxeke xerabûnê ya bê çareserî
5 îlon, 2026   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro li ser şerê di navbera Washington û Tehranê û encamên wê nivîsî. Di vê çarçoveyê de, rojnameya Îmaratî El Xalîc gotarek bi sernavê "Şerekî Ku Dikare Berfireh Bibe" weşand, tê de berdewamiya şer û krîzên navneteweyî û xetereyên zêdebûna pevçûnên herêmî bo pevçûnên berfirehtir nirixand. 

Rojnameya El Quds El Erebî pêşketinên di pevçûna Amerîka-Îranê de li ser mijara Tengava Hurmuzê nirixand û diyr kir ku şer êdî bi axa Îranê ve sînordar nîne, lê rêyên keştîvaniyê yên tengav û enerjiyê bûne beşekî pevçûnê.

Rojnameyê diyar kir ku trafîka deryayî ya li tengavê hîn jî sînordar e, berevajî daxuyaniyên Dewletên Yekbûyî yên ku îdîa dikin ku vedigere astên normal. rojnameyê şîrove kir ku xuya ye Tehran bi biryar e ku pevçûnê gurtir bike û vê yekê bi berfirehkirina êrişên Îranê li ser cih û baregehên Amerîkayê li çend welatên herêmê ve girêdide.

Rojnameyê şer wekî ceribandinek ji bo helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li herêmê nirxand, di heman demê de destnîşan kir ku Îran hewl dide ku berxwedana xwe veguherîne kaxeteke danûstandinê û avantajek siyasî. rojnameyê destnîşan kir ku Îran, bi saya berxwedana xwe, "tiştê ku jê re prestîja Amerîkayê li cîhanê tê gotin şikandiye."

Rojnameya Independent Arabia behsa pîvanên nakokiya tevlihev a di navbera rêveberiya Serokê DYA`ê Donald Trump û rejîma Îranê de kir û ew wekî "şerekî netemam" bi nav kir ku bêyî stratejiyek zelal ji bo çareserî an vekişînê ji her du aliyan ve tê meşandin.

rojnameyê destnîşan kir ku her çend zexta aborî û êrişên hewayî yên Amarîkayê nekarîne rejîma li Tehranê hilweşînin jî, gefên Pasdarên Şoreşê yên serweriya dema wê derbas bûbû mutleq li ser Tengava Hurmuzê nekarîne Washingtonê neçar bikin ku vegere ew têgihîştinê dema wê bihûrî. Rojnameyê nivîsî ku Îran ji bo rûbirûbûna zextê bi rêya wekîlên xwe ve girêdayî îdeolojiya berxwedanê û "parastina pêşketî" ye, di heman demê de her du alî jî bi tengaziya girtina tengavê û nekarîna vekirina wê bi zorê an rêkeftineke siyasî re rû bi rû ne.

(k)

ANHA