Serdanên Nûnertiya PYDˋê ya li Başûrê Kurdistanê didomin

Hizba Komînîst a Kurdistanê û Partiya Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê ji bo nîqaşên der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê û yekrêziya gelê Kurd de sardana Nûnertiya PYDˋê ya li Silêmaniyê kir.

Serdanên Nûnertiya PYDˋê ya li Başûrê Kurdistanê didomin
29 kanûn, 2024   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

 Hizba Komînîst a Kurdistanê serdana nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê kir û her du aliyan qala hevdengî û yekrêziya netewa Kurd kirin, bi taybet piştî geşedanên li Sûriye û êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Serdanên partiyên siyasî ya ji bo Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li Silêmaniyê dewam dikin. Şandeya Hizba Komînîst a Kurdistanê jî ku ji Endamê Serokatiya Hizba Komînîst a Kurdistanê Osman Zîndanî û Berpirsê Peywendiyên Siyasî yê Hizba Komînîst Faxir Zahîr, Endamê Desteya Rêveber a Hizba Komunîst Bêstûn Kemal pêk dihat, serdana Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li Silêmaniyê kirin.

Şandeya Hizba Komînîst a Kurdistanê ji aliyê Hevserokê Giştî yê PYD’ê Xerîb Hiso û Hevseroka Komîteya Dîplomasî ya PYD’ê Sema Bektaş ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de qala rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û guherinên li Sûriyeyê hate kirin. Her wiha li dijî gefên dagirkeriyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, tekezî li ser giringiya piştevanî û bihêzkirina peywendiyan hate kirin.

Endamê Serokatiya Hizba Komînîst a Kurdistanê Osman Zîndanî di hevdîtinê de got: “Em di wê baweriyê dene ku divê Rojava çarenûsa xwe bi xwe tayîn bike, divê ti kes destwerdana siyasî û bîrdozî li ser Rojava ferz neke. Divê tenê di aliyê siyasî, madî û manewî de were piştgirîkirin.”

Di heman çarçoveyê de şandeya Partiya Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê, ser Nûnertiya Partiya Demokratîk a Sûriyeyê (PYD) ya li Silêmaniyê kir û der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîqaş hatin kirin.

Şandeya Partiya Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê ji endamê Mekteba Siyasî û nûnerê Partiya Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê Elî Şemdîn û endamê Komîteya Navendî ya Partiyê Rezwan Şêxo pêk dihat. Hevserokê Giştî yê PYD’ê Xerîb Hiso û endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Nûnertiya PYD’ê ya Herêma Başûrê Kurdistanê Şêrîn Şêx Hemade pêşwazî li şandeyê kirin.

 Di hevdîtinê de her du aliyan qala guhertin û geşedanên li Sûriyeyê, metirsî û êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Her wiha erk û berpirsyartiyên partiyên Kurdistanî ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê, ji bo berjewendiya giştî û parastina destkeftên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hate guftugokirin.

 Endamê Mekteba Siyasî û Nûnerê Partiya Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê Elî Şemdîn di hevdîtinê de pesna rol û bandora şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, di biryargirtin û berxwedana ji bo parastina destkeftiyên Kurdan de kir.