Xelkê Minbicê li dijî çeteyan rabû: Ji gundên me derkevin

Xelkê gundewarê Minbicê hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundên xwe red dike û ji çeteyan re dibêje derkevin û gund li hember QSDˋê nekevin qada şer.

Xelkê Minbicê li dijî çeteyan rabû: Ji gundên me derkevin
29 kanûn, 2024   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmeneke li gund Elûş ê gundewarê bajarê Minbicê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin de xuya dibe ku xelkê gund li pêş çeteyên dagirkeriya Tirk derketine û ji wan re dibêjin ji gund derkevin û gund li pêş QSDˋê nekin qada şer.

Di dîmen de komek ji xelkê gund ji çeteyan re dibêje derkevin û tê de diyar dibe ku çete ber bi erebeyên xwe ve diçin.

Gel hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Minbic û gundewarê wê red dikin, bi taybet jî bi ketina wan li nava bajêr û gundewarê wê kiryarên şelandinê zêde bûn.

Li gorî çavkaniyên demeke berê ji ajansa me re ragihandibû ku piştî hilweşîna rejîma Esed gelek çete dixwazin derkevin û biçin bajarên xwe yên li deverên Sûriyeyê, lê dewleta Tirk a dagirker rê nade wan û li wan ferz dike ku şer bikin.

(fr)