Serdanên ji bo piştgiriya PADÊ dewam dikin

Çalakiya konvedanê ya ku di 30’ê Tebaxê de ji bo piştiriya PADÊ li navenda Şengalê hatibû destpêkirin, dewam dike, serdanên ji bo kon dewam dikin.

Serdanên ji bo piştgiriya PADÊ dewam dikin
1 îlon, 2024   15:08
NAVENDA NÛÇEAYN

Di 30’ê Tebaxê de Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dirûşmeya ‘Girtina PADÊ berdewamiya fermanê ye’, ji bo piştgiriya PADÊ li ber navenda Desteya Eşayîrî ya Şengalê konê çalakiyê vedan. Di nava sê roja de gelek kes ji Şengal û gundewarên wê seredana kon kirin û biriyara girtina PADÊ şermezarkirin û ji hikûmeta Iraqê xwestin ku dest ji biryara xwe berdin, ji ber ku ev biryar nakeve xizmeta pêkhateyên Şengalê de.

Îro endamên meclisa gelê Ereb a Şengalê tevî sazî û rêxistinên navenda bajarê Şengalê serdana kon kirin.