Serdanên Heyeta Îmraliyê dewam dikin

Heyeta Îmraliyê serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re dewam dike. Di vê çarçoveyê de, endamên heyetê bi rêxistin û berpirsyarên têkildar re hevdîtinên nû pêk anîn.

Serdanên Heyeta Îmraliyê dewam dikin
15 kanûn, 2025   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, dê sibê bi serokê giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu re li Enqereyê hevdîtinê bike.

Her wiha hevdîtina ku dê sibê bi serokê giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re hatiba kirin, ji ber ku şaredareke endama partiya wan jiyana xwe ji dest daye, hate taloqkirin.