Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

Li bajarê Hatayê a Tirkiyê di saet 12.20’an de bi pileya 4.2 erd hejiya.

Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
15 kanûn, 2025   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD), bi mezinahiya 4.2 erd hejiya ku navenda wê navçeya Antakya a Tirkiyê  bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku navenda erdhejê navçeya Antakyayê bû û bajarên li derdorê jî hejiyane.