Serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Li bajarê Tebqayê di çalakiya QSD’ê ya bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
21 cotmeh, 2025   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tîmên Oprasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî îro (Sêşem) operasyoneke bibandor li bajarê Tebqayê li dar xist. Operasyon bi armanca girtina serçeteyê xeternak ê şaneyên rêxistina DAIŞ’ê yê ji bajarê Tebqyê pêk hat.

Operasyon piştî şopandina tevgera terorîst Ehmed Ebdulqadir El Mûsa, pêk hat.

Terorîstê behsa mijarê çavdêriya wergirtin û radestkirina çekan û belavkirina wan li şaneyên terorîst dikir. Her wiha nuqteyên leşkerî yên hêzên me dişopandin.

Di operasyonê de terorîst hat girtin û miqdareke çek û bombeyên destan hatin desteserkirin.

Hêzên me diyar dikin ku dê operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst bidomînin û ji bo parastina ewlehiya şêniyan û istiqrara herêmê di nava hewldanan de bin."

(bb)