Şepêla Nîda El Beled: Hilbijartinên derveyî lihevkirineke niştimanî li dijî berjewendiya Sûriyeyê ne

Koordînatorê Giştî yê Şepêla Nîda El Beled Mihemed Îsa destnîşan kir ku hilbijartinên ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dike pêk bîne ne li gorî berjewendiyên niştimanî yên Sûriyeyê ne. Îsa teqezî bi wê yekê da ku divê hilbijartin berhema lihevkirineke niştimanî ya giştî bin.

Şepêla Nîda El Beled: Hilbijartinên derveyî lihevkirineke niştimanî li dijî berjewendiya Sûriyeyê ne
2 cotmeh, 2025   05:10
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo ku di 5'ê Cotmehê de hilbijartinan pêk bîne, dest bi amadekariyê kiriye. Hemwextî wê siyasetên paşguhkirin û dûrxistinê didomin û tu garantiyên navneteweyî jî nehatine dayîn. Ji ber wê jî, ev hilbijartin bê wate dimînin û wekî amûra rûniştandina hegemoniya desthilatdariyê tên dîtin, nexasim ku Siwêda û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hilbijartinan bêpar hatine hiştin. Ev jî dibe sedema ku ev pêvajo bê bingeh be.

SIYASETÊN NE DI CIH DE

Girêdayî vê mijarê, koordînatorê giştî yê Şepêla Nîda El Beled Mihemed Îsa ji ajansa me re got: "Ne tenê hilbijartin, lê belê hemû siyasetên hikumeta veguhêz ne di cih de ne û ne li gorî hesabên niştimanî ne".

Îsa diyar kir ku divê hikumeta yekitiya niştimanî ya ku tevahî gelê Sûriyeyê li ser wê li hev bike, ji van hilbijartinan re bibe bingeh û got: "Divê ew jî piştî konferanseke niştimanî ya giştî be."

ERKDARKIRINA SÊYEKA PARLAMENTERAN BIRYAREKE NE REWA YE

Îsa diyar kir ku biryara erkdarkirina sêyeka parlamenteran ji aliyê serokê hikumetê ve ne rewa ye û got: "Ev hilbijartin yekalî ne û ji xwe re danezana destûrî ya yekalî û ya ku lihevkirineke niştimanî li ser wê tune ye, esas digire."

PARLAMENTO NE LI GORÎ BERJEWENDIYA GELAN E

Îsa diyar kir ku hejmara parlamenterên ku tên hilbijartin her çiqas be jî, lê dîsa ew parlamento ne li gorî berjewendiya niştimanî ye û nikare bibe çareseriya krîza Sûriyeyê.

NÛNERTIYA BI EDALET BI RÊYA KONFERANSA NIŞTIMANÎ PÊK TÊ

Îsa girîngî bi nûnerkirina hemû pêkhateyên Sûriyeyê di parlamentoyê de da û got: "Ev jî ji bilî bi rêya konferanseke niştimanî, bi rêya tu tiştekî din nayê pêkanîn. Ev konferans dibe rêya exlaqî û siyasî ya tekane ji bo diyarkirina rêbaza hilbijartinan û rêjeya beşdariya her pêkhateyekê."

DU RÊYÊN KRÎZA SÛRIYEYÊ

Îsa diyar kir ku niha krîza Sûriyeyê bi 2 awayan tê dîtin, yek ji wan Sûriyeyê wekî dewleteke neteweyî, navendî û yekolî dibîne. Ya din jî dibîne ku pêwistiya krîza Sûriyeyê bi dewleta nenavendî, demokratîk û medenî heye.

TUNEBÛNA ÇARESARIYÊ

Di dawiya axaftina xwe de Îsa destnîşan kir ku eger hêzên siyasî di îsrara xwe de bidomin û li alternatîfên dewleta navendî û yekolî negerin, tu çareserî ji gelê Sûriyeyê re çayên pêkanîn.

(mh/şx)

ANHA