Lîstika "Menqela" di rûniştinên Tebqayê de tê vejandin

Kesên temenmezin rojane li kolana Fayiz Mensûr a li bajarê Tebqayê dicivin da ku lîstika gelêrî ya "Menqela" vejînin. Ev kevneşopî mîrasa herêmî ye. Di heman demê de cihekî ji bo şahiyê û têkiliyên civakî diafirîne.

Lîstika "Menqela" di rûniştinên Tebqayê de tê vejandin
Lîstika "Menqela" di rûniştinên Tebqayê de tê vejandin
Lîstika "Menqela" di rûniştinên Tebqayê de tê vejandin
Lîstika "Menqela" di rûniştinên Tebqayê de tê vejandin
Lîstika "Menqela" di rûniştinên Tebqayê de tê vejandin
Lîstika "Menqela" di rûniştinên Tebqayê de tê vejandin
Lîstika "Menqela" di rûniştinên Tebqayê de tê vejandin
Lîstika "Menqela" di rûniştinên Tebqayê de tê vejandin
2 cotmeh, 2025   06:15
TEBQA
MIHEMED EL ŞÊX

Hejmarek ji kesên temenmezin li heman cihî dicivin da ku lîstika "Menqela" vejînin. Ev lîstik bûye sembola nêzîkatiya di navbera kesayetên heman nifşî de.

Menqela yek ji lîstikên gelêrî yên herî navdar e ku bi dehsalan li Sûriyeyê belav bûye. Ew li mal û hewşan tê lîstin û li ser bingeha aqil û hesaban e. Ew ji texteyeke darî pêk tê ku 14 kunên piçûk û 98 kevirên bi awayekî wekhev hatine belavkirin, pêk tê. Du lîstikvan pêşbaziyê dikin da ku bi rêya belavkirin û hesabkirina rast hejmareke herî mezin a keviran berhev bikin.

Di dawiyê de, yê ku herî zêde keviran berhev bike qezenc dike, "Menqela" wekî şahidiyek ji bo mîrasekî sade ya ku ji dar û keviran pêk tê.

Mihemed El Salih (80) ku yek ji beşdaran e, diyar kir ku Menqela lîstikek kevn e ku bav û kalên wan dilîstin. Ew berê çalên piçûk di erdê de dikolandin û kevir berhev dikirin da ku pê bilîzin. Mihemed 25 sal e dilîze, ew wekek rêya xwe ya ji bo revîna ji qerebalixiya jiyanê dibînin, ji bo kêfê dilîzin.

El Salih anî ziman ku carinan ji ber lîstina wê rexne li wan tên kirin, lê ew wê ji paşgotin û gotegotan çêtir dibînin.

Mihemed û hevalên wî di havînê de her roj beşdar dibin, hin ji wan ji bo gihîştina rûniştinê, hin ji wan rêwîtiyên dûr û dirêj dikin heya ku werin vir vî rihê pêşbirikê bijîn. Li gorî El Salih ew ne ewqas bi serkeftin an windakirinê re têkildar in. Lê belê ew wisa nêzîk têkildar in ku ji rûniştinê bi kêfxweşî û lêboerîn derkevin.

Bandora van rûniştinan ne tenê bi beşdaran ve sînordar e, lê her wiha bandorê li rêwiyan û dikandaran dike ku ji bo temaşekirin an silavkirina hevdu radiwestin. Lîstik dibe kevneşopiyeke civakî ku niha bi rabirdûyê ve girêdide, di dilê her kesî kêfxweşiyê diçîne û bişirînê tîne ser rûyê wan.

Ji ber vê yekê, rûniştinên Menqela yên rojane li Tebqayê modelek zindî temsîl dikin ji bo vegerandina têkiliyên civakî. Kesên temenmezin di vê lîstikê de ji bo şahiyê, têkilî û ji nû ve vejandina bîranînan dibînin.

(ac/mh)

ANHA