Şêniyên Til Hemîsê şehîd Elaa El Faris oxir kir

Şêniyên bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elaa Îbrahîm El Faris li pakrewangeha bajêr spart axê.

24 mijdar, 2025   16:56
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê, nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), saziyên sivîl û partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û Meclisa Malbatên Şehîdan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elaa Îbrahîm El Faris li pakrewangeha bajêr oxir kir.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Xalid El Nayif got, şehîd nasnameya xakê û rûmeta wê diyar dikin û soza domandina projeya azadî û demokrasiyê, dubare kir.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê Ehmed Fedîle soza şopandina rêya şehîdan ji bo avakirina welatekî xwedî nirxên ewlehî û azadiyê, dubare kir.

Hevserokê Desteya Olî ya bajêr Mela Mutez jî destnîşan kir ku têkoşîn didome û got: "Ji cîhanê re îsbat bûye ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dijmin û dagirkeran re zehmet e."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Elaa El Faris hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Girse cenazeyê şehîd bi siloganên "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" spart axê.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa El Faris 21'ê vê mijdarê dema erka xwe bi cih dianî, ji ber krîza dil şehîd bû.

(mh/bb)

ANHA