Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye

Mehmûd El Mislit diyar kir ku dirûşma MSD’ê diyaloga navxweyî ye û armanca wê avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî were avakirin.

Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
Hevserokê MSD’ê: Diyalog rêya aştiyê ye
24 mijdar, 2025   16:53
QAMIŞLO

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi armanca nirxandina rewşa siyasî civînek li navenda HPC’ê ya li bajarê Til Koçerê ya kantona Cizîrê li dar xist. Hevserokên MSD’ê Mehmûd El Mislit, rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan Hisên Ezam û endamê Meclisa Şêwirî Ebdulqadir El Miwehed jî di nav de,, şêniyên bajar, bajarok û gundên Til Koçerê, rûspiyên eşîran beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit axivî

El Mislit anî ziman ku divê gotinên nefretê û nêzîkatiyên kîndariyê ji holê werin rakirin û nirxên aştiyê di navbera tevahî pêkhateyên Sûriyeyê de werin pêşxistin.

El Mislit îşaret bi vê yekê kir ku li Sûriyeyê ji hezarên salane ve qebîle bi hev re dijî û bal kişand ser girîngiya jinûve avakirina Sûriyeyê û dûrketina ji şeran re.

El Mislit di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêre bingeha pirrengî, demokrasî û nenavendîtî, çareseriya guncaw ji aloziya welat re. Her wiha got, divê koçberên Efrîn,  Serêkaniyê û Girê Spî bi ewle vegerin warê xwe.

Hevserokê MSD’ê Mehmûd diyar kir ku armanca MSD’ê aştî û aramiyê ye û dirûşma wê diyaloga navxweyî ye.

Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser gefan li ser Tirkiye û tu aliyên din çênake û da zanîn ku divê pêşeroja Sûriyeyê li ser bingeha destûrek nû û peymanek civakî were avakirin ku mafên hemû pêkhateyên wê biparêze.

Mehmûd El Mislit bal kişand ser dîroka hevpar a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Kurd, Ereb, Suryan û Ermen) û got, jiyana hevpar nirxên xwişk û biratî û hezkirina di navbera van koman de xurt dike û bingehek saxlem ji bo Sûriyeyek demokratîk û piralî ava dike.

Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ye ku sûriyeyî xwe bi xwe bi rêve bibin û siberoja xwe diyar bikin.

Piştî axaftina hevserokê MSD’ê beşdaran jî nêrîn û nirxandinên xwe anîn ziman. Di nirxandinên derketin pêş de hate diyarkirin ku ev bi yekitiya civaka Sûriyeyê û jiyana hevbeş ve girêdayî ne. Beşdaran berdêlên ku şehîd û birîndaran dane bi bîr anîn, destwerdanên derve jî red kirin û piştgiriya xwe bi QSD’ê û projeya demokratîk anîn ziman.

(bb)

ANHA