Ji bo 5 cangoriyan merasîmeke hat lidarxistin

Şêniyên kantona Firatê şervanekî Hêzên Komandos Ebas bi merasîmeke girseyî oxir kir û çar gerîlayên HPG`ê bi bîr anîn.

24 mijdar, 2025   17:13
KOBANÊ

Şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Ebas (Mihemed Nûr Terbûş) ku di 23`ê Mijdara 2025`an li Bexdikê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat oxikirin. Di merasîmê de  gerîlayên HPG’ê Sadiq Kobanê (Ferhat Balî) ê ku di 14'ê Tebexa 2020`an de li Garê, Azad Gever (Cesûr Ahmed) ê ku 11'ê Tebexa 2020`an li Metîna, Şiyar Kobanê (Ehmed Cuma) ê ku di 29'ê Tebaxa 2019'an li Garê û Mazlum Kobanê (Mahmut Mise) ê ku 1 Hezêrana 2019'ê li Zapê şehîd bûne hatin bi bîranîn. Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û ên sivîl beşdarî merasîm bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre hevseroka Meclisa Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku ew bi saya berxwedan û têkoşîna şehîdan gihiştin vê asta û wiha got: "Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê tu carî dest ji xeta wan bernedin. Ji ber ku şopandina rêya şehîdan serkeftina herî pîroze. Dijmin her tim dixwaze me tune bike, lê tu carî wê xewn û xeyalên dijmin pêk neyên. Tişta ku ji me tê xwestin ew e ku dest bidin hev û li hember dijmin têkoşîna xwe xurtir bikin û dijmin têk bikin."

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî destnîşan kir ku ew ê xewn û xeyalên şehîdên xwe ta asta serkeftinê pêk bînin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Şehîdên me hebûn û nasnameya me ne, em ê bi hemû hêza xwe şopdarên rêya şehîdan bin."

Bavê şehîd Ebas, Farûq Terbûş di merasîmê de anî ziman ku bi şehadeta kurê xwe serbilind e û wiha domand: "Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin û em tu carî bi şehadetê xemgîn nabin, berovajî bê yekê wê hêza me xurt dibe."

Dûre wesîqeya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Ebas bi tilî û dirûşma "Şehîd namirin" hat veşartin.

(sş/bb)

ANHA